Ramyarî

Mehemed Tofîq Werdî

Aso Zagrosî · 07.08.2016 1,795 dîtin

Mehemed Tofîq Werdî

Mehemed Tofîq Werdî

 

Mamosteyê perwerdekar, nivîskar, helbestvan û folklornasê Kurd   Mehemed Tofîq Werdî   li sala   02.12.1972     li bajêrê bexdayê   bi temenê 52 salî da   koça dawîyê kir.   Mamoste Mehemed Tofîq Werdî zîncîrek   pirtûkên Kurdî û Erebî biçapkirî û     gellek ji destnivîs ji paş xwe hîşt. Ev xizmetkarê ziman û edeba Kurdî   li sala 1923   li bajêrê Koyî ji dayîk bû.   Wî xwendina xwe a destpêkê û navendî li bajêroka xwe   di sala 1941-an de temam kir û çû Beydayê û li wir dîplomeya mamosteyê dibistana   seretayî wergirt. Ew   li sala 1944-an bû mamosteyekî perwerdekar û rêbazek çeprew û niştîmanî girt û   gellek car   hate girtin an   jî berçavkirin.

Wê dema ku ew   di dawîya sala 1945- an de li bajêrê Qeladizê mamoste bû, peywendî   li gel Tevgera Rizgarîxwaza Kurd   li Kurdistana Îranê avakir. Mamoste Mehemed Tofîq Werdî,   di destpêka sala 1946-an de   çû ji bo bajêrê Mehabadê û beşdarî   cejna   avakirina Komara Demokratîk a Kurdistanê, a ku   bi serokeyetîya   Pêşawa Qazî Mehemed di 22.01.1946-an de hate îlan kirin, kir. Mamoste Mehemed Tofîq Werdî,   li gel damêzrandina Kabîneya Yekem a Komara Kurdistanê li roja 11.02.1946-an de   wekî mamosteyê dibistana destpêkê hate damêzrandin.. Wî di wan 11 mehên temenîya Komara Kurdistanê de   xizmeta zarokên Kurd kir.. Wê dema ew tecrubeya ramyarî a Kurdan   şikestin xwar û Komara Kurdistanê li 17.12.46-an de hate ruxandin, mamoste Werdî   li sala 1947-an de vegerîya   ji bo bajêrokê Koyî.. Wê dema ew vegerîya bêkar ma û wekî mamoste nehat damêzrandin.. Mamoste Werdî   çû   li nav rêzên Rêkxirava Kurdistanê a Hizba Komunîst a İraqê. Mamoste Werdî bi awayekî dilsoz çalakîyên xwe berdewam kir.. Piştî   darbeya Leşkerî a 14-ê Tirmeha sala 1958-an   vegerîya   li ser karê xwe û heta   roja koça dawîya xwe(02.12.1975)   wekî mamoste xizmeta   newîyên nû kir.

Mamoste Mehemed Tofîq Werdî, helbestvanekî niştimanperwerbû. Wî di destpêka   salên çil ên sedsala bîstan destpêkir helbestên niştimanî nivîsî û di naverasta wê sedsalê de helbestên xwe belavkir. Li kêleka   helbestên li ser Kurdistanê, sirudên niştîmanî ên pirr hest jî   hunandibû.. Yek ji wan   sirudên navdar “Ey Şêhîdan” e .. Di destpêka wê de wisa dibêje:

 

Ey şêhîdan, ey şêhîdan,

Namire   nav û niştiman!!!

Hun bûne rehberên me,

Bûne pişt û sengerê me,

Bo jiyan û bo serê me!!!

Ey şêhîdan, ey şêhîdan,

Namire   nav û niştiman!!!

 

Mamoste Mehemed Tofîq Werdîyê Folklornas:

 

Werdî, nivîskarekî folklornasî ê jêhatîşbû. Her çiqas ew   di destpêka   jiyana xwe a wêjeyî de evîndarê kelepora   netewî a milletê xwe bû, lê heta   neçibû ji bo Komara Demokatîk a Kurdistanê, fêrî   xwendina babetên folklorî bi pîtên latînî û Silavî ên nivîsînên Kurdên Qafqasê nebûbû.. Vî folklornasê navdar ê Kurd di kurte temenîya xwe de   39 pirtûk bi zimanê Kurdî û Erebî   çapkir. Piranîya van berhemana li ser helbest, çîrokên folklorî û destanên Kurdan in. Hemû berhemên wî di xezîna   kelepora me a netewî de   nirx û bihayê xwe heye.

Ew pirtûkên ku mamoste Mehemed Tofîq Werdî bi zimanê Kurdî belavkirine, evin:

 

  1. Folklora Kurdî beşê seyem, 1972,
  2. Hindek beyt û helbestên Elî Berdeşanî, 1972

 

Ji bilî   van berhemanan li ser kelepora Kurdî, zîncîrek jî   ji dîwanên helbestî, şanoname û hinek pirtûk li ser dîroka Kurdan nivîsîye û çapkirîye…

 

Çavkanî: Xozga

Wergêr: Aso Zagrosi

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nivîsên Girêdayî

Di Leyla û Mecnûna Hozanvan Haris Bitlîsî Da
Ramyarî

Di Leyla û Mecnûna Hozanvan Haris Bitlîsî Da

Di Leyla û Mecnûna Hozanvan Haris Bitlîsî Da                                                        Ebdulrehman Mizurî Wergêr:Aso Zagrosi Pêşekî Leyla û Mecnûn Çîrokeka hozaniye,ji ve...

berî 5 salan 102

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ye — yekem be.