Ramyarî

MİZGÎNÎ!!!!!

Aso Zagrosî · 1,678 dîtin

MİZGÎNÎ!!!!!

MİZGÎNÎ!!!!!

 

07.01, ROJA BİRAYETÎYA KURDAN

 

Yekgirtina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê pîroz be…

 

Çavên me wekî hemû Kurdên niştimanperwer,ev çend rojên dawîyê li benda biryara rageyandina yekgirtina herdu îdareyên   Hukumeta Kurdistanê bû…

 

Ev çendîn salin,   PDK û YNK hewl didin,   ji bo yekxistina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê..   Ji bo vê armancê jî sedan civîn hatin lidarxistin…

 

Roja 07.01.2006   li Pîrmam, Mektebên Sîyasî ên YNK û PDK bi serokayetîya Serokê Kurdistanê, Kek Mesûd Barzanî   kom bûn û biryara dawîyê dan: Herdu İdareyên   Hukumeta Kurdistanê yekdigirin!!!

 

Ev biryar   ji bo gelê Kurdistanê, ji bo parastin û berfirehkirina destkeftên Raperîna sala 1991 dîrokî bû..   Ji bo vê yekê jî pêwîste em vê rojê wekî   roja “Cejna Netewî” an jî   roja “Brayetîya Kurdan” li dijî   şerê Kurdkujîyê, pîrozbikin.

 

Yekxistina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê delîvek zêrînî ji bo parastina   mafên Kurdan û destkeftên wan peyda dike..   Kurd dikarin bi rêya yekxistina ref û rêzên xwe, dengê xwe bilind bikin, kargerîyek mezin li ser rojeva Rojhilata Navîn û cîhanê bikin… Ji nû ve rêkxistana Mala Kurd, hesta netewî a Kurdan, bawerîya wan ji bo paşerojê hêztir kir..

 

Ji ber vê yekê jî em sipasîya Serokayetîya Sîyasî a Kurdistana Başûr dikin, ev derfet ji bo gelê Kurd peyda kir..

 

Îro, rojeke dîrokî ye… Roja birayetîya Kurdan e…

 

Aso Zagrosi

 

07.01.2006

 

Pêş deh sal min ev Pîrozbaya nivîsîbû

Nivîsên Girêdayî

Di Leyla û Mecnûna Hozanvan Haris Bitlîsî Da
Ramyarî

Di Leyla û Mecnûna Hozanvan Haris Bitlîsî Da

Di Leyla û Mecnûna Hozanvan Haris Bitlîsî Da                                                        Ebdulrehman Mizurî Wergêr:Aso Zagrosi Pêşekî Leyla û Mecnûn Çîrokeka hozaniye,ji ve...

berî 5 salan 101

Şîrove (0)

Hê şîrove tune ye — yekem be.