DÎROKA HUNERA FOTOGRAFÎYÊ Lİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ
DÎROKA HUNERA POTOGRAFÎYÊ Lİ BAŞÛRÊ KURDİSTANÊ
Aso Zagrosi
Yekemîn wênegirê Kurd, ku li Başûrê Kurdistanê stûdîyoya wênegirtinê damêzrand û hûnera foto û wênegirtinê di nav Kurdan da belavkir û wênegirtin wekî pîşeyê xwe kar anî MEHEMED YUSUF SIDÎQ XEZNEWÎ ye.(1894-1964)
Mehemed Yusuf Xeznewî bi xwe xelkê bajêrê Akrêye. Di destpêkê de li Bexdayê jîyaye û paşê çûye ji bo Musulê û di dawîyê de li Akrê niştecî dibe. Mehemed Yusuf Xeznewî li bajêrê Akrêyê stûdîoyek wênegirtinê dadimêzrîne û xerîkî wênegirtinê dibe. Wî zimanên Kurdî, Erebî, Farsî û Hîndî dizanî.
Navbirî yekem wênegirê xwedanê stûdîyo bû. Wî yekem wêneyên xwe di navbera salên 1912-1920 da li devera Bedînan girtine. Giringtirîn wêneyên wî girtine û îro jî hêj di destê me da maneew in:
Wêneyê Şêx Abdulselam Barzanî(1912)
Wêneyê Sultan Mahmudxanê Afxanî(1920)
Wêneyê tekeya Şêx Abdulazîz Kurê Şêx Abdulqadir Geylanî(1923)
Wêneyê Wênegir, li Lebîb Efendî û AbdullahEfendî(1930)
Wêneyê Xecê û Beybîn (1933)
Bi vî awayî Mehemed Yusuf Xeznewî ji sala 1912 ve şûnda bi kamera xwe û bi stûdîyoya xwe ve li Kurdistanê dest bi karê wênegirtinê kir.
Huseyîn Huznî Mukrîyanî
Dîroknas, wêjênas û rojnamevan Huseyîn Huznî Mukrîyanî serkêşê here çalak ê gorepana wênegirtinê bû. Li sala 1915 ji Almanyayê ve vedigere ji bo Halepê û ligel xwe kamerayeke wênegirtinê jî tîne. Huseyîn Huznî Mukrîyanîpiştî derbasî Rewandizê dibe di çapxana xwe de kameraya xwe dadimêzrîne. Ew ji bo karên rajnamegerîyê û weşandina pirtûkan ji wê kamerayê sûd werdigire.
Ekrem Salihê Reşe dibêje yekem amêrê wênegirtin ji alîyê Huseyîn Huznî Mukrîyanî û kesekî Lubnanî hatîye Silêmanîyê. Şêx Letîf Dansaz jî ew kameraya ji kirî. Di zemanê Şêx Mahmudê Nemir da ji bo kar û barên xwe kar dianîn. Paşê ew kameraya firoştin Yahya Efendî Resam. Êdî wî ew amêra ji bo wênegirtin kar dianî..
Wisa dîyare, ku Huseyîn Huznî Mukrîyanî xwedanê du kamera bû. Yek ji wan firoştibû Şex Letîf Dansaz û ya din jî ji bo karên rajnamegerîyê kar anî bû.. Wê dema mirov bala xwe dide rajname û pirtûkên Mukrîyanî ên di navbera 1926-1942 de derketine dehan wêne tê da ne.
Piştî Huseyîn Huznî Mukrîyanî, dîroknas, wêjenas, zimannas û rojnamevanê navdarê Kurd, Gîw Mukrîyanî ev kara berdawam kir.. Gîw Mukrîyanî wêneyên gellek hûnermend, helbestvan û dîroknasên Kurd bi cil û bergên Kurdî ve kişand û li netewa Kurd bexşand.
Çavkanî
Pukcenter.org
W: Aso Zagrosî
10.11.2018
Kurmancî (KU)
Türkçe