Prof. Dr. Nesrîn Fexrî koça dawîyê kir!!!
Prof. Dr. Nesrîn Fexrî koça dawîyê kir!!!
Aso Zagrosi
Dr. Nesrîn Fexrî , rewşenbîr, zimannas, wêjenas û bi kurtî zanayeka hêja a Kurdistanê bû. Wê gellek xizmetên bi nirx û hêja ji bo çand, ziman û wêjeya Kurdî kirin.
Dr. Nesrîn Fexrî, li 27ê Qanuna Yekem 1937ê li taxa Sabunkeran li bajêrê Silêmanî ji dayîk bû. Malbata wê malbatek rewşenbîr û Kurdperwer bû. Bavê Nesrînê di artêşa Iraqê de efser bû. Ji ber vê yekê jî piranîya bajêrên Kurdistanê û Iraqê digerîyan. Nesrînê li Kerkûkê, li Hewlêrê û li Bexdayê piranîya qonaxên xwandina xwe tewawkir û di sala 1959 de bakaloryasa xwe bi pileya şeref li ser ziman û wêjeya Erebî li Zankoya Bexda ji beşê wêjeyî bidest anî.
Nesrîn Fexrî, di naverasta salên şestan a sedsala bîstan de ji bo berwamkirana xwendina xwe çû ji bo Yêkîtîya Sovyetê û li bajêrê Bakûyê dest bi xwendina xwe kir. Her çiqas li Zankoya Bexdayê bakaloryosa wê li ser ziman û wêjeya Erebî bû, wê doktora xwe li ser „Ferman di herdu şêwezarê Kurmancîya Jêrê û Jorê de“ kir û serketî bû. Ev yekem car bû kesekî li ser vê babetê doktora bi dest anî.
Dr. Nesrîn Fexrî, piştî ku bi destxistina doktora xwe wegerîya ji bo Bexdayê û di koleja Wêje, Perwerde û ziman de wekî mamoste dest bikar kir. Wê xizmetek gellek baş ji bo ziman û wêjeya Kurdî kir û bi pileya zanistî bû profesor.. Sedan xwendekarên Kurd, li jêr rêvebirîya wê de bakaloryos, master û doktorayên xwe bi dest xistin.
Dr. Nesrîn Fexrî, xwedana pênivîsek rengîn bû û ji bo ziman, wêje û helbesta Kurdî karên gellek hêja kir.
Dr. Nesrîn Fexrî xwedana 40 berhemên çapkirî û destnivîsên ne çapkirîye. Wê 11 pirtûk bi zimanê Kurdî çapkir. 12 pirtûkên wê bi Kurdî destnivîsin hêj nehatine çapkirin. Wê 10 pirtûk jî bi zimanê Erebî çapkir û 3 pirtûkên wê jî hêj nehatine çapkirin. Ji bilî van berheman Dr. Nesrîn Fexrî 4 dîwanê helbestan jî çapkirîye. Dr. Nesrîn Fexrî, sedan gotar û lekolînên zanistî di rojname û kovarên Kurdî û Erebî de weşandîye . Dîsan Dr. Nesrîn Fexrî, wekî rewşenbîreka Kurd dewreke mezin wekî damêzrêner di avakirina Kora Zanyarîya Kurd û YêkîtîyaNivîskarên Kurd de lîst. Ew endama damêzrêner a van herdu sazîyan bû. Dr. Nesrîn endama lijneya danana pirtûk û bernameyên xwendinê li Wezareta Perwerde bû. Wê demekê jî di radyoya Kurdî û Erebî de kar kir û dewsa wê wê demê gellek dîyar bû.
Sed heyf û mixabin, pirtûkxana bi nirx a Dr. Nesrînê hate sûtandin û gellek berhemên giranbuha li nav çûn. Dr. Nesrîn Fexrî, pirtûkxaneû berhemên xwe pêşkêşî Bingeya Jînê kir. Berpirsên Bingeha Jînê dixwazin hemû berhemên wê di paşerojê de çap û belawbikin. Dr. Nesrîn Fexrîyê di gellek kongre û konferansên navxweyî û derveyî welêt de beşdar bû û çend xelatên rêzgirtinê jî wergirtîye.
Di çavpêketinê de ligel K24 de Dr. Nesrîn dibêje gellek riqa min li peyîva xanenîşînê ye , “ez xanenîşîn nînim xaknîşînim heta mirinê xizmeta gelê xwe dikim. Ez hez ji bîna axê a piştî baranê dikim, ku niha ew bîn jî nemaye”
Dr. Nesrîn Fexrî, li roja 11.10.2018 li bajêrê Silêmanî koça dawîyê kir û li goristana Girdî Seywan, li kêleka nemiran li xak hate spardin.
PS: Kurteya gotara Xelîl Abdullah, „Dr. Nesrîn Fexrî, Zanaya Zimanwanî“
10.11.2018
Kurmancî (KU)
Türkçe