MİZGÎNÎ!!!!!
MİZGÎNÎ!!!!!
07.01, ROJA BİRAYETÎYA KURDAN
Yekgirtina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê pîroz be…
Çavên me wekî hemû Kurdên niştimanperwer,ev çend rojên dawîyê li benda biryara rageyandina yekgirtina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê bû…
Ev çendîn salin, PDK û YNK hewl didin, ji bo yekxistina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê.. Ji bo vê armancê jî sedan civîn hatin lidarxistin…
Roja 07.01.2006 li Pîrmam, Mektebên Sîyasî ên YNK û PDK bi serokayetîya Serokê Kurdistanê, Kek Mesûd Barzanî kom bûn û biryara dawîyê dan: Herdu İdareyên Hukumeta Kurdistanê yekdigirin!!!
Ev biryar ji bo gelê Kurdistanê, ji bo parastin û berfirehkirina destkeftên Raperîna sala 1991 dîrokî bû.. Ji bo vê yekê jî pêwîste em vê rojê wekî roja “Cejna Netewî” an jî roja “Brayetîya Kurdan” li dijî şerê Kurdkujîyê, pîrozbikin.
Yekxistina herdu îdareyên Hukumeta Kurdistanê delîvek zêrînî ji bo parastina mafên Kurdan û destkeftên wan peyda dike.. Kurd dikarin bi rêya yekxistina ref û rêzên xwe, dengê xwe bilind bikin, kargerîyek mezin li ser rojeva Rojhilata Navîn û cîhanê bikin… Ji nû ve rêkxistana Mala Kurd, hesta netewî a Kurdan, bawerîya wan ji bo paşerojê hêztir kir..
Ji ber vê yekê jî em sipasîya Serokayetîya Sîyasî a Kurdistana Başûr dikin, ev derfet ji bo gelê Kurd peyda kir..
Îro, rojeke dîrokî ye… Roja birayetîya Kurdan e…
Aso Zagrosi
07.01.2006
Pêş deh sal min ev Pîrozbaya nivîsîbû
Kurmancî (KU)
Türkçe