Mele Saîd; Qazîyê Kurdistanê û Çîrokên Wî
Mele Saîd; Qazîyê Kurdistanê û Çîrokên Wî
Aso Zagrosi, kurtejiyana Mele Seîd; Qazîyê Kurdistanê nivsand. Pêşî de divê bê gotin ku, kurdzanê navdar Bazîl Nîkîtîn, a ku balyozê Rûsyayê bû, pêwendiyên wî û Mele Seîd gelek baş bûn û Bazîl Nîkîtîn, ya Mele Seîd wek “ Mamosteyê xwe“ binav dikir. Nîkîtîn, di lêkolîn û berhemên xwe de, gelek car navê Mele Seîd bi kar anye û gelek tiştên ku nivsandye jî, bi saya Mele Seîd karibûye tomar bike. Gotareka kêrhatî ye, û her wiha hêjayî gotinê ye ku, Mele Seîd yek jî rewşenbîrên kurd ên demê xwe ye;
Mezopotamya-gen.tr
Ji bo bîranîna şêhîd Mele Saîd “Qazîyê Kurdistanê”
Îro ez hez dikim li ser rewşenbîr, zana, zimannas, civaknas û olnasê Kurd şêhîd Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê binivîsim.
Ez nizanim çawa li ser vî zanyarê Kurd binivîsim.
Di derheqa jiyana wî û serborîya vî de em qet tiştekî nizanin.
Lê li ser keda wî û berhemên wî de em gellek tiştan dizanin.
Piranîya Kurdan û bi taybetî jî rewşenbîr û sîyasetmedarên Kurd, Aleksander Jaba, J. De Morgan û B. Nikitin û berhemên wan ên li ser Kurd û Kurdistanê dinasin. Heke Kurdên me li ser hemû berhemên wan agahdar nebin jî, dizanin wan li ser Kurdan hinek lekolîn kirine. A. Jaba û B. Nikitin du sefîrên Rusyayê bûn. A. Jaba li Erzurumê, B. Nikitin jî li Urmîyê kardikir. Ji bo ku herdu jî balyozê Rusyayê bûn wekî “Kurdnasên Rusî” tên nasîn. Lê herdu jî Rus nînin, Polonî ne. J. De Morgan jî xelkê Fransayê ye.
Kurdên bi şiklek an şiklekî din van hersê Kurdnasan nasdikin. Lê li ser peywendîyên wan Kurdan gellek agahdar nînin. Ew berhemên ku Aleksander Jaba çapkir û weşandin, piranîya wan berhemên keda Mele Mehmudê Beyazîdî bû. Bê Mele Mehmudê Beyazîdî A. Jaba nedikarî bû di derheqa Kurdan de ewqas belgê û pirtuk kombikira… Tê gotin ku Mela Mehmudê Beyazîdî bi destê xwe 57 pirtuk an nivîsî û an berhevkir. Ez naxwazim dûr û dirêj li ser vî zanayê Kurd rawestim. Ji ber ku min berê gotarek dûr û dirêj li ser jiyana wî û berhemên wî nivîsîye (Heke hûn dixwazin li ser Mele Mehmudê Beyazîdî hinek agahdarî kombikin, dikarin di arşîva Newroz.Com de wê gotarê bibînin û bixwinin)
Zanayê Frensî J. De Morgan di dawîya sed sala 19´an pirtukek li ser ziman û zaravên Kurdî nivîsî ye (Etudes Linguistiques-Dialectes Kurdes, Lanque et dialectes du Nord de la Perse). Sed heyf û mixabin heta niha pirtuka navbirî wekî hezaran belgeyên li ser Kurdan nehatîye wergerandin.
De Morgan wê dema diçe ji bo devera Mukrîyan li Rojhilatê Kurdistanê, li wê derê zana û pisporekî Kurd nasdike. Navê wî zanayê Kurd Seyfeddînxan Serdar e.. Seyfeddînxan Serdar jî Mele Mehmudê Beyazîdîyê J. De Morgan bû.
*De Morgan wisa behsa Seyfeddînxan Serdar dike:
“Di vê dawîyê de wê dema ez çûm Mukrîyanê min hemû belge û dokumentên di derheqa zimên de ji Seyfeddînxan Serdar wergirt. Seyfeddînxan Serdar mirovek bû di hemû Kurdistanê de li ser biha û giranî û nirxên lekolînên wisa agahdar bû. Seyfeddînxan Serdar wê demê parêzgarê Mehabadê bû. Mehabad bajêreke ji alîyê bav û bapîrên wî ve hatibû rêvebirin. Seyfeddînxan Serdar, bingeha Zimanê Frensî, zimanê Îngîlîzî, Almanî, Erebî, Farsî û Zimanê Kurdî dizanî.. Em dikarin bi asanî fembikin, agahdarîyên kesekî wisa şareza çiqas binirxin”(Pirtuka navbirî, rupela 17)
De Morgan beramberî Seyfeddînxan Serdar xwe deyndar dibîne.(Ezê di gotarek din de li ser vî zanayê Kurd rawestim)
Ji bo Aleksander Jaba û J. De Morgan , MeleMehmudê Beyazîdî û Seyfeddînxan Serdar çi bû, ji bo B. Nikitin jî Mele Saîd an Qazîyê Kurdistanê jî her ew bû.. Wê dema mirov pirtûk û gotarên B. Nikitin ên li ser Kurdan dixwine, dewra Mele Saîd bi şiklekî eşkere û dîyar tê berçavan.. Sed heyf û mixabin ji bilî gotara birêz Yaşar Abdulselamoglu, ku bi navê “MeleSeîd” di Tirmeha sala 1988 de di kovara Armancê de hatibû weşandin, tiştek li ser vî zanayê Kurd nehatiye nivîsandin. (ez dixwazim li vir spasîya Kek Yaşar bikim, ku gotara xwe ji min re şand) Hinek kesên nezan û neyarên Kurd wek Riza Zelyut Mele Saîd û Mele Saîdê Kurdî (Nursî) jî tev lihev dikin û wisa dinivîsin: “1915-1918 arasında Rusya’nın Urmiye Konsolosu olarakgörev yapan Bazil Nikitin de Kürtler arasında dolaşmış; hatta Molla Said dediğiSaid-i Nursi ile görüşmüştür. Nikitin; Said-i Nursi’nin Rusların Doğu’dançekilmesinin Kürtler için kötü sonuçlar yarattığını söylediğini aktarmıştır.”(http://www.turktoresi.com/viewtopic.php?f=51&t=3223 )
Kesê ku li gel B. Nikitin qisekiribû, Mele Saîdê Kurdî nebû, Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê bû. B. Nikitin di gotarek xwe de li ser helwestê Mele Saîd beramberî Rusan jî radiweste.. Ez niha nikarim li ser nezanîya xwefiroşên wekî Zelyut rawestim û diçimyekser li nav babetê.
Nikitin di sala 1923 de beşdarî li “Kongreya Navnetewî a Dîroka Olan” dike û gotarek bi nave “Mijarên Olî di Nivîsarên Kurdî de”pêşkêş dike. B. Nikitin gotara xwe li ser gotin û nivîsînên Mele saîd ava dike û ûsa behsa Mele Saîd dike:
“Nivîsarên ku di koleksîyona min de hene, berhemên dersên zimanê Kurdî ne li Urmîyê.(1916-1917). Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê, xelkê navenda bajêroka Şemzînan, ê Nehrîyê bû ji wîlayeta Musil. Nehrî wek Navçîya jî tê nasîn. Mele Saîd wê demê wek sedan malbatên Kurd ên Turkîyê li ber êrîşên artêşa Rusyayê ên di havîna sala 1916 de li ser Musilê revîyabû û hatibû Urmîyê.
Ez û Mele Saîd rêkketin ku ji bo her dersek Kurdî , Mele Saîd bi destxetê xwe babeta dersê binivîse(rupelek). MeleSaîd nivîsara xwe bidengê bilind dixwend û werdigerand. Ez qet tevli bijartina babeta Mamoste xwe nedibûm. Mele Saîd çi dixwast û baş didît ew dinîvîsî. Ji ber vê yekê ye, ku di koleksîyona min de li ser mijarên cûr bi cûr destxetên rasteqîn ên Kurdî hene………”
Nikitin di dewama gotara xwe de wisa dinivîse: “ji bo beşa Îslamî a Kongreya Dîroka Olan, gotara min di derheqa helwestê Kurdan beranberî ol ji wan tekstan pêktên, ku di koleksîyona min de hebûn.(ango destnivîsên Mele Saîd) Eşkere ye em ji zu ve bi saya gerîde û zanayan li ser Kurdan gellek tiştan dizanin. Lê wê dema em belgeyên ne weşandî û bi destê yekem bidin ber çavan çavderîyên şexsî, nû ên Meleyekî Kurd ê musulman û şareza, cesaret dide min ku belgeyên di destê min de hene pêşkêşî pisporên Îslamê bikim.”
Nikitin di gotara xwe de dibêje dibe ku, reşbînîya Mele Saîd a di derheqa Şêxan de rast be. Şêx bi lez waz ji xebatên xwe olî tînin, destpêdikin dewlemend dibin û ferqa wan axayan namîne. Şêx wekî baron û keşîşên çerxa navîn dijîn.
Nikitin di dewama gotara xwe de li ser çalakîyên şoreşger ên Şêx Ubeydullah Nehrî (Bavê senator Şêx Abdulkadir)radiweste û dibêje Şêx ji bo Kurdistana serbixwe beşek ji Azerbeycanê dagirkir û di dawîyê de jî ji alîyê hevpeymanîya Tirk û Persan ve şikestin xwar. Şerên şêxan di nav xwe de û ligel Tirkan gellek caran Kurdistan dikir gola xwînê. B. Nikitin bala xwendekaran dikêşîne li ser çîrokek kurdan bi nave “Hikayeta Çakî Serê Kurdan Şikandîye”. Wisa dîyare , ku ev çîrok a Mele Saîde. Li gor agahdarîyên ku Mele Saîd dane B. Nikitin beşek ji Şêx û Axa xelkê welêt nînin û Kurdnijad jî nînin, lê ji naîftî û mêvanperwerîya xelkê sûd werdigirin û ji bo berjewendîyên xwe ên taybetî kartînin.
Di destnivîs an jî çîrokek Mele Saîd de qala Şerê Şêxên Nehrîyê û Şêxên Barzan wisa tête kirin : “Alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî roj bi roj zêde dibûn. Hozên Guîrdî, Mizûrî, Şîrwan û Zebarî desthilatê wî nasdikirin. Şêx Ubeydullah Nehrî ji hêzbûna Şêx Abdulselam Barzanî tirsîya. Şêx Ubeydullah Nehrî bi hêzek jî hemû hoz/eşîretan pêk hatibû komkir û êrîş bir li Guîrdîyan. Wî hemû alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî belawkirin û hinek jî ji wan kuştin. Ji wir çû li ser Şirwanîyan û ligel wan jî wekî Guîrdîyan helwest nîşan da û paşê jî çû li ser Mizûrîyan……………”
Di derheqa şerên di navbera Şêxên Nehrîyê û ên Barzan de heta niha min gellek tişt nebihîstibûn. Ligor agahdarîyên Mele Saîd, ku dabûn B. Nikitin şerên xwînavî peydabûne..!!!
Alîgirên Şêx Abdulselam Barzanî roj bi roj zêdebibin û di dawîyê de Şêx Abdulselam wek Mehdî dibînîn û jê re dibêjin: “Ya Mehdî, rabe em êrîşê bibin li ser Şamê û tu ê li vir gellek alîgiran peydabikî.. Paşê em ê êrîşê bibin li ser Stenbolê û Stenbolê jî dagirbikin. Tu ê bibî Xalîfe!! Sultanên Osmanî mafên wan ên Xalîfetîyê nine û ew zordar û despot in.”
Piştî koçadawîyê a Şêx Abdulselamê Yekem, Şêx Mehemed bû cîgirê wî. Ligor agahdarîyên Mele Saîd Şêx Mehemed pir xwendewar nebû û peltek bû. Li Kurdistanê ji meleyên wisa re digotin “Nîvmele” . Şêx Mehemed jî destpêkir alîgirên xwe perwerde kir. Alîgirên wî jî roj bi roj zêdedibûn. Şêx Mehemed heftê du cara, roja sêşem û înîyê alîgirên xwe(jin û mêr) li gundê Barzanê komdikir û ji wan re tevecuh dikir. Li ba Kurdan ev kevnoşop wisa ye, ku şêx di nav alîgirên xwe de rûdine û destpêdike qala secera malbata xwe û olzaya xwe dike. Hemû alîgirên wî jî dest bi zikrê dikin.
Piştî ku Şêx Ubeydullah Nehrî ji alîyê Rumîyan ve ji bo Hîcazê hate sûrgîn kirin, desthilata Şêx Mehemedê Barzanî jî bi hêz bû. Piranîya axayên hozên deverê desthilata wî naskirin. Alîgirên Şêx Mehemedî destpêkirin Şêx Mehemed wekî Mehdî ditîn. Ligor wan di Hadîsê de jî hatîye navê Mehdî Mehemed e. Ji bo vê yekê jî digotin “Şêxê me Mehdîyê rasteqîn e.” Li wê demê Şerê Pîroz li dijî Musilê destpêkirin û gellek kes jî hatin kuştin.
Di wextêde Meleyek hebû bi nave Mele Perrîssay, kesekî zana û têgihîştî bû. Mele Perrîssay di nava hoza Zebarîyan de wekî kesekî birûmet dihat nasîn. Peywandîyên xizmayetîyê ên Mele Perrîssay ligel Zebarîyan hebû. Alîgirên Şêx Mehemedî Mele Perrîssay girtin û bi şiklekî hovane kuştin.Di vê derê de B. Nikitin dibêje dab û nêrînên Kurdan ji sala 1885 ve heta niha gelle guherîn li ser da hatine.
Di navbera Şêxên Barzan û Şêxên Becîl de şerekî xwînavî destpêdike û Şex Mehemed Sidiqî Nehrî dikeve navbera wan ji bo aşitîyê. Wekî tê zanîn Şêx Mehemed Sidiq Kurê Şêx Ubeydullah Nehrî û brayê Şêx Ebdulqadirê şêhîd e..
Nikitin beşa yekemîn a gotara xwe, Qada Kurdên Misilman nav dike û li ser Şêxên Kurdistana Tirkîyê û helwestê Mele Saîdberanberî Cîhadê, çalakîyên Tirk û Rusan di dema şerî de li Kurdistanê şîrove dike.
Nikitin di beşa duyemîn a gotara xwe de liser helwestê Kurdên Misilmanberanberî Şîîyan, Cihûyan û Êzîdîyan radiweste.
Di beşa yekemîn a gotara xwe de Nikitin li gor agahdarîyên Mele Saîd li ser hersê Malbatên Şêxan, ango Sadat-î Nehrî, Şêxên Barzan û Şêxên Beçîlê radiweste. B.Nikitin dibêje van hersê Malbatên Şêxan li Kurdistan Navîn gellek navdarin. Wek Nehrîyê, Barzan û Beçîl jî di wîlayeta Musilê de ne. Barzan, navenda hoz/eşîreta Zebarîyan û dikeve alîyê çep ê Rubara Zaba Mezin. Beçîl jî dikeve li nav devera Surçîyan li bajêroka Amedîyê. Ez nizanim kargerîya şerî li ser Barzan û Beçilê çawa bû. Lê wê dema em li ser malbata Nehrîyan biaxivin, II. Seyyîd Taha berî demeke ji alîyê Îngîlîzan ve wekî Qaymeqamê Revandizê hate destnîşankirin (Revandiz liKurdistana Başûr e) Apê Seyyîd Tahayê duyemîn Şêx Abdulkadir berî demeke bû serokê Lîga Kurd, ku daxwaza Serxwebûna Kurdistanê dike. Şêx Abdulkadir berê senator bû. Niha li Stenbolê dimîne.
Malbata Nehrîyan eslê xwe dibin li ser Şêx Abdulkadir Geylanî. Şêx Abdulazîz, kurê Şêx Abdulkadir Geylanî tê û li bajêrê Akrêyê niştecî dibe û destpêdike olzaya/ayînzaya Kadîrî belavdike. Şêx Abdulazîz li Akrêyê koça dawîyê dike û merzelê wî wekî “Zîyaretgeh” tê nasîn. Şêx Ebubekîr, kurê Şêx Abdulazîz diçe li devera Herkîyan li Navçîyan li gundê Sitûnê niştecî dibe. Sê heta çar nifş/babikên vê malbatê li wir dimînin.
Di serdema Mele Hacî de ev malbat diçe li gundê Meleyan li Xumaru niştecî dibe. Heta serdema Mele Salîh çend babikên wan li vir û li gundê Demane Sufla dimîninin. Kurê Mele Salîh waz ji olzaya Qadîrî tine û diçe li ser ayînzaya Neqşîbendîyê û diçe li NEHRÎYÊ niştecî dibe.
Berê hemû Şêxên vê deverê alîgirên Şêx Abdulqadir Geylanîbûn û li ser olzaya Qadîrîbûn. Kurd jib o Şêx Abdulqadir Gawsêyê Bexdayê an jî Merqedê Gawsî dibêjin. Li gel Mewlana Xalid û çalakîyên wî olzaya/ayînzaya Nexşîbendî di demeke kurt de cîyê olzaya Qadîrîyê girt.
Ligor agahdarîyên ku Mele Saîd dabûn B. Nikitin “ di devera Şarezor de Kurdek ji rêza asayî hebû, piştî xwendina xwe a li Medreseyê dibe Mele Xalid. Mele Xalid li Silêmenîyê di Medresê de dersan ji bo zarokan dixwine. Mele Xalid di xewna xwe de Şêx Abdullah Dehlewî wek Derwêşekî sade dibînî. Şêx Abdullah Dehlewî ji Mele Xalid re dibêje ´Ya Xalid biçe Hec û tu ê li Kabayê derwêşekî sade wekî min bibînî, ku hewl dide spîyan dikuje. Şerm me ke yekser biçe Ebaya wî maç bike û ew ê rîya rast nîşanî te bide.´ Mele Xalid gellek guh nade vê xewnê û piştî demekê xewna wî jibîra wî diçe. Piştî çend salan Mele Xalid biryar digire û diçe ji bo Hec. Li Kabayê Mele Xalid dibîne derwêşek li pêş çavên Hecîyan spîyên xwe dikuje. Mele Xalid acîz dibe û ji derwêşî dipirse: ´Li gor kîjan toreya olî tuvî tiştî dikî oh bêpûşîl/bêedeb´!!! Derwêş bersiva Mele Xalid dide û dibêje: ´Ya Xalid te xewna xwe ji bîra kirîye. Heke tu neçî ji bo Dehlîyê, rêya rizgarîya te ê dirêj be´. Mele Xalid yekser ji bo Dehlîyê dikeve rê û li çend salan li ba Şêx Abdullah Dehlî dimîne. Piştî ku Mele Xalid bû Mûrşîdê olzaya Nexşîbendîyê, vedigere ji bo Silêmanîyê. Serkevtinên Mewlana Xalid di nav Kurdan de ji bo wî gellek girûgirift/asteng peydakirin. Ji ber vê yekê jî Mewlana Xalid Silêmanî hîşt û çû heta roja dawîya xwe Surîyê- Salehîyê ma.”
Li gor agahdarîyên B. Nikitin Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê nivîsara xwe “Mewlana Xalid mirovekî oldar û rast bû. Lê tovên ku wî li Kurdistanê çand jibo vî welatî sûdmend nebûn”
Li gor agahdarîyên B. Nikitin di dema şerî de Mele Saîd çend beyanname li dijî şerî belavkirî û têda daxwaz ji hevwelatîyên Kurd kirîye, ku beşdarî şerî nebin û li dijî Fileyan şer nekin.
Li gor gotinên Mele Saîd Qaymeqamê Şemzînanê li zivistana salên 1914-1915 de ligel wî danûstanek kiriye. Di wê danûstanê de Qaymeqam ji Mele Saîd dipirse “Ji bo çi tu fetwa nadî ji bo şer ligel fileyan ku di nav Kurdan de dijîn ? Bersiva Mele Saîd Fetwayên wisa pêwîste ji alîyê Şêx ûl Îslam ve bête pesinkirin. Ev karekî gellekî mezin e, yê kesekî wekî min, Mele, Qazî, Muftî û Kurd nine.
Qaymeqam dubare ji Mele Saîd dipirse û dibêje rast e, lê çima tu Fetwayê didî ku, Kurd Fileyên di nav Kurdan de hene, nekujin û talan nekin ? Te heta niha ne bihîstîye, ku ŞêxÛl Îslam Fetwaya talanê û kuştinê daye? Ji bo vêyekê jî Îradeya Padîşahê ser erdê ê Xalîfeya Îslamê derçû… Pêwîste Fetwaya Şêx ûl Îslam bête cihbickirin……..
Bersiva MeleSaîd wisa ye: Qebulbikin ku min Fetwayek da. Ez ne ligor Şerîatê û ne jî ligor Qanûnê berpirsyar im. Heta niha min di nav Şerîatê de qet tiştgek ne dîtîye û bêje , ku xelkê medenî û bê tawan bikujin. Ji alîyê din heta niha Hukumetê jî emrê kuştinê nedaye. Berevajî hukumet dixwaze mafên herkesî biparêze!! Heke em bên li ser ragêyandina Fetwaya Şêx ûl Îslam û Îradeyê Sultanî herdu jî dûr in ji kuştin û talankirina Rahîyan, ku ji dema Hz. Mehemed heta niha dest neavêtin çekan û şer nekirin”
Nikitin ev gotinên Mele Saîd ji nivîsara wî a bi nave “ Dîroka Cepheya Qafqasê, ne Rusan û ne jî Tirkan sîyasetek başkirin” wergirtîye.
Sed heyf û mixabin gotarî navbirî heta niha nehatîye destxistin û belavkirin.
Nikitin didewama gotara xwe de Mele Saîd wek Mamosteyê xwe destnîşan dike û dibêje: “Mamosteyê min ê Kurd bi hestekî însanî beramberî bûyeran radiweste”…………
Piştî vê guftûgoyê Qaymeqamê Şemzînanê Mele Saîd ji bo dadgehkirinê dişîne Musilê… Lê alîgirên Mele Saîd li ser rîya Musilê êrîş dibin li ser Tirkan û Mele Saîd azad dikin.
Wisa dîyare, ku di dawîya vê bûyerê de Mele Saîd derbasî Rojhilatê Kurdîstanê dibe û li wir niştecî dibe.
Di dewama gotara xwe de B. Nikitin wisa dinivîse: “ Wisa bawer dikim, ku di nav zanayên olî de Mele Saîd tenê nebû, ku li dijî sîyaseta Cîhadê rawestîya“……………
Li gor agahdarîyên B. Nikitin Mele Saîd gotara navbirî di havîna sala 1917 an de nivîsîye.
Mele Saîd dinivîsara xwe de wisa dibêje: “ Kurd ne tenê amadebûn pêşwazîya leşkerên Rusya bin, di nava Kurdan de hestek li dijî Tirk hebû û dikaribû çalakîyên leşkerî ên arteşa Rusyayê li bereya Qafqasyayê ji asan bikira…….. Piştî hatina arteşa Rusî, bi taybetî jî piştî êş û azara ku kurdan ji alîyê Ermenîyan û Keldanîyanve(Rusyayê Parêzvanîya wan dikir) dît, Kurdan helwestê xwe guherî û bawerîya wan ji Rusan nema…. Kurd ji pêtîya baranê revîyan xwe di binê zîpikan de ditîn. Arteşa Rusyayê gelê Kurd ewqas êşand, ku ji Sultan Reşad û Enver Paşa zêdetir xizmeta dewlata Osmanî kir.”
Mele Saîd di nivîsara xwe de li ser efserên Almanî û durûyîyan wan di nav hêzên Tirk dike, li ser çewtî û xeletîyên Osmanîyan radiwest e û dibeje: “berî şerî dikaribûn rewşa Ermenîyan û Asurîyan baş bikira û dostayetî ligel Kurdan qayîmbikira…. Hemû pêkve dikaribûn, bibin dîwarekî zexm”. Wê demê jî belku Tirkan nikaribûn Qafqasyayê bigirin, lê ewqas erd jî winda nedikirin.
Wê dema mirov ji nêzîk ve li ser gotinên Mele Saîd radiweste, sedemên şerê Kurdan li dijî Rusan jî zelal dibe. Bi rastî jî di destpêka şerî de gellek ji Kurdan dixwastin ligel Rusan li dijî Osmanîyan rawestin. Pêş di destpêkirina şerî de jî hinek peywendî hebûn. Peywendîyên Sîmko, Seyyîd Taha Şemzînî, Şêx AbdulselamBarzanî, Abdulrezak Bedîrxan û Kamîl Bedîrxan htd… Di dema Şerî de jî gellek peywendîyên nû peydabûn… Li devera Serhedê û Dersîmê… li vir helwestê Alîşêrê Nemir gellek balkêş e..(Hevalên ku dixwazin hinek zêdetir li ser vê babetê agahdar bibin, dikarin gotara min a li ser Hukumeta Erzîncanê bixwinin)
Di dawîyê de wekî Mele Saîd dibêje: “Kurd ji pêtîya baranê revîyan xwe di binê zîpikan de ditîn”
Çîrokên Mele Saîd, Qazîyê Kurdistanê
Hîkayeta Sûto û Tato
Sûto axayê eşîreta Doskanî ji gundê Oramarê ji ocaxa mala Mîrîye. Tato, axayê eşîreta Rêkanî ji gundê Rezge ji mala Mîkaîl Axa bû. Eşîreta Rêkanî ji zemanê qedîm heta nuke daîmî jêr destê axayêt Oramarîya/Horamarîya bûne û zemanê Sûto Axa zêdetir ketine bin destê Horamarîyan û Sûto û kurêt wî û brayêt wî. Hemî mezinêt ocaxa wî gellek zulim û tedayî li Rêkanîyan kirin, zêde aciz kirin. Êdî taqet û tehemul nema. Tato tazecahîl bû. Mirovekî gellek cesur bû di nav axayêt Rêkanîyan de. Kesek wekî wî peyda nebûbû. Çîdî xîreta wî tehamula zulma Horamaryan nekir. Gote brayêt xwe Temo, Hadî û Resul, hersê jî ji wî mezintirbûn: “ ez wekî hingo qebulnakim!! Xo di destê Sûto da nakim ço. Bo me mirin xweştire ji jîna ho. Ez bitewfiqa xwedê pence xo dê deme ber pence Sûto çi mirim çi mam. Brayêt wî û milletê wî gotin: “Tu çawa minasib dizanî ji xeberê te dernakevin, ema em dê mehfbibin. Me taqeta Horamarîyan nîne. Tato got: “ Bila mehfbibin, hîç zerar nîne. Eger galîp bûn ewe me heta qîyametê nav û namus qazanç kir, eger maxlub bûn dê mirin û rehet dibin. Bi her terzê bît, ez gellek razî me.” Xulase hemîyan qerar inane ser dujminîya digel Horamarîyan. Rojekê wetu qewmî Heyo brayê Sûto dîsa li sira adetê xo hate gundêt Rêkanîyê dest kir bi qurtî tişt standinê. Tato û Temo digel deh mirovan çûne nik Heyo û gotin: “ derkeve ji nav millet me ji evro paş qebul nakin hung hat û çûyîna Rêkanîyê bikin.” Heyo got: “ Em dê hêyîn, hung bi tiştekî nizanin”. Wextê Heyo ho got, Tato derê Martînê da layê Heyo fîşekek li wî xisar kir. Li wê derê Heyo kuşt û xulamêt Heyo jî hindek kuştin û hindek helatin çûne Nêrwekê Gundê Sûto, ku mabeyna Nêrvekê û Rezge du saet kêmtire. Roja paşî Sûto hemi eşîreta Doskanî û Horamarî cima kirin û got: “ dê çim mala Mîkaîl Axayê Rêkanî bicarekî birînimeve û cîyê Rêkanî bi temamî zewtkim bo tola Heyo”. Hemîyan gotin: “ Em hazirin tu çawa emir di fermoyî, tecawizê ji emrê cenabî axa nakin. Elbete tola brayê axa li ser me hemîyan lazime. Bi gotina axa wacîbe em şev û roj bixebitin li tola Heyo”. Xulase Sûto digel leşkerê xo hate ser gundê Rezge û destkirin bi şerî. Mirovêt Tato kêm bûn, neşîyan ji derve şer bikin û xo havitine Qesra Tato. Di qesrê da şer digel leşkerê Sûto kirin û kewtine muhaserê. Leşkerê Sûto hicum dikirine derê Qesrê. Tato li ser tîrendaza hindavê derî rûniştibû, her care çar û penç ji wan dikûştin û didane paş. Sûto got: “ Ho nabit. Lazime bi çirpe biçine bin Qesrê” Çend darêt li gundê Rezge hemi birîn, qed qed kirin û kirine çirpe û çûn bo bin Qesrê. Şev saet çar û penç çirpe gehandine Qesrê. Hindek mirovêt leşkerî li ser çirpê çûne serbanêya Qesrê. Mirovêt Tato tengavbûn. Tato got: “ Hîç netirsin mêr bo rojeke hone. Girtin û kuştin rêka mêrane , sebirkin, noke dê wan belavkim.” Tato çar pênç lihêf di nav niftê helînan bi sere cilan vekirin, dirêjkirine nav çirpê. Agir berda çirpê. Swandêt Qesrê hemû ber bûn û nedisotin. Wextê gurrîya agirî ji çirpê bilind bû, hemû qiraxêt Qesrê ronabûn. Tato û xulaman şîlkêt tifingan liduyêk kirine leşkerê Sûto. Wê defhê bîst û çar kes temam kirin. Dîsa leşkerê Sûto ji Qesrê dane paş. Çirpê jî fayde nekir. Sûto gazî kire Tato: “hingî dê çim te mehf kim. Ewe noke dê çirpê beran çêkim. Êdî tu neşê wî bisojî, dumahîye”. Tato cewaba wî da û gazî kir: “ Min babe te ga, çirpê daran fayde nekir. Heta tu çirpê beran digîhînî Qesrê gellek dê dûr kêşit . Belku heta hinge xwedê bo me çareyekê biket.” Destkirin bi çêkirina çirpê beran, emma wekî çirpê daran sanahî nebû. Di wê mabeynê da xeber gehîşte hukumeta Amêdîyê, ku ewe 12 roje leşkerê Sûto li ser Qesra Tato ye û Tato digel mirovêt xo di mihaserê da ye. Qaymeqamê Amêdîyê zabitê cenderman digel bîst cendirman hinartine Rezge, ku bi her terzê dibit leşkerê Sûto ji ser Tato defh bikin.. Zabit û cendirme hatine Rezge, dîtin qelebalixekî mezine li ser Rezge. Fikirkirin ku ev şûle bi tundî çênabit. Bi tedbîr û hekîmane dê mumkîn bêt. Çûnkû gellek mirov hatibûne kuştin. Bi bîst cendirme bi şer defhkirin nedibû. Bi hîwî qebulkirin jî ji aqlî dûr bû. Zabit gote Sûto: “ Ez hatime mexsus bêjime te ku ez hez nakim mala te xirap bibît. Çûnkû tu axayekî xandan û muhteberî. Ewe hinde roje te ev leşkere înaye ser cîyê Rêkanî û şerî dikî. Deng gehîştîye wîlayeta Musulê. Walî xeber daye Qaymeqamê Amêdîyê min tiştekî ho zanîye tehqîqa maddî bike. Eger raste zû xeberê bide min, da xeberê bideme Walîyê Wanê eskerê şahane ji Wanê binêrim bo ser eşîreta Sûto û ji Wîlayeta Musulê jî du tabûr esker digel du topan dê hênin bo terbîya Sûto û mihafiza Tato. Mademke hoye selaha hale te eweye, yek saet ewil wê cemîhîyetê belav dikî. Em jî dê cewaba Walîyê Musulê didin, ku tiştekî mûcîbî ehmîyetî waqîh nebûye. Çend qulamêt Sûto û Tato li pişta gundî li ser mesela dizîya rezan du sê saetan şer kirin û ji yêk webûn, du ya sê mirov hatine birîndarkirin. Hingê tu mesul nabî. Eve min gote te qebûl dikî keyfa te ye, qebûl jî nakî keyfa teye” Wextê zabitî ho got, hemi millet gote Sûto: “ em mala xo xirap nakin bi serê dewletan, ji me zêdeye. Eger sere eşîretane em hemi hazirin xo bo te bidine kuştin. Ema layê hukumetê bi me mumkîn nabit”
Xulase Sûto qebûl kir û leşkerê xo paşve bir. Zabitî gellek pare ji Sûto wergirt û minetekî mezin jî dana ser Sûto, ku “min şûle te sanayî çêkir….” Û gote Tato jî “ Selaha hale te eweye tu mal û eyal û xizmêt xo hemîyan neqil keye merkezê qeza Amêdîyê, xeber bideye wîlayeta û babî Alî li Stenbolê û mexdurîyet û mezlumîyeta xo bo hemi meqamêt lazime ber wechê teqsîl û beyan bikî, belkû hukumet te muhafiza biket. Eger ne tu neşêy xo ji zulma axayêt Horamaryan hifiz bikî û em hemi dê bo te şahîdîyê didin”
Xulase Tato jî qaneh û memnun kir û mala wî û mirovêt wî hemi digel xo birine Amêdîyê û gellek pare ji Tato qezenc kir. Çûnkû li nav Kurdan meselekî meşhur heye: Romî xertelin xoşîya wan ew e keleş mişe bibin. Wextê Tato bi mirovêt xo ve çû Amêdîyê, cîyê Rêkanî bê xudan ma. Şêx Mehemedê Siddiq jî qertelekî mezin bû. Cîyê Rêkanî jî keleşekî gellek xweş û qelew bû. Temeha cenabê Şêx gellek xalb bû. Fikra xo kir, ko bi terzekî sanahî cîyê Rêkanî bibite bin destê xo. Kaxezek mehremane digel du û sê mirovêt muhteber û zana û çend pare bo Qaymeqamê Amêdîyê hinart, ku “ez xwahiş dikem tu weto çêkey Tato muhtacî min bêt, bihête êre. Ez digel wî biaxivim û şûla wî ezê bidime çêkirin. Tu şûla wî li wê derê pîçek texîr bike”. Wextê ku xeberê Şêx gehîşte Qaymeqamî gellek keyfxoş bû, muafiqê mexsuda Şêx emel kir, gote Tato: “ Rêkekî qaîmtir û bi sanahîtir min bo te milaheze kirîye. Eger çi lêre jî şûla te mumkîn dibêt, ema wîlayeta Musulê şûlan pîçek texîr dike heta netîce derdikevêt, mirov gellek aciz dibêt. Wîlayeta Wanê zûtir îcrahatan dikin û wîlayeta Wanê her çi heye di destê Şêx Mehemmedê Siddiq da ye. Ew her çi hez biket, diket. Ez dibêjim eger tu û brayêt xo û çend muhteberêt eşîreta Rêkanî biçine Nehrîyê lalê Şêx Mehemed Sedîq şûla hingo dê zûtir çî bît. Û hem eşîretî û hem hukumetî zatê Şêx şirîk û piştiwan bît bo hingo, çêtire û pişta Sûto dê şikêt.” Xulase Tato razî kir û ji Qaymeqam memnûn bû, ku rêkeke ho nîşa wî da. Tato ligel bra û muhtebaran hate Nehrê. Nêçîrê Şêx hate dawa wî. Wextê Tato hate lalê Şêx Mehemed Sedîq gellek îhtîrama wî girt û memnûn kir. Şêx ji Pawîyan ezman lustr bû. Bi terzekî dilê Tato razî kir. Gote Tato: “ Cîyê Qesra Rezge bifroşe min. Ez dê Qesrê temam qirab kim. Carekî dî ji nû dê mezintir û qaîmtir çêkim. Û bîst xulamêt xo dê danîme lalî te û sed tifing martini û suzenî didime dest mirowêt te. Û ji terefê hukumetê jî emirekî xususî bo mihafiza te dê deme tehsil kirin. Bi bedel wêhî mezinên Rêkanî deh yêka hasilata xo her sal bidine min”. Tato got: “her emrê Şêx bi fermot, min qebule” Xulase weto mihamela xo girêdan û Tato xelat kir û Sureçawuş digel bîst xulamêt bijare digel Tato hinartine nav Rêkanîyan û Qesra Rezge ji bin xirab kirin. Hosta hinartin destpêkirin bi çîkirina Qesrê. Tebeqêt binî nêzîkî temambûnê bûn. Sûto milaheze kir, eger Qesra Rezge bi wî terzî temam bibît û destê Şêxî bikevite nav Rêkanî, hinge Quweta Tato dêgehete dereceyekê, êdî neşêt beramberîya wî biket. Paşî bo axayêt Horamarî tengaweyekê mezin dê peyda bît. Çunkû rêka karwanê Horamarîyan bo layê Musulê, Akrê û Amêdîyê li nav Rêkanî diçît. Sûto hemî Doskanî û Horamarî gazî kirin û gote wan: “ Hung dizanin Tatoyê Rêkanî çawa dujminê meye” “Belê axa çak dizanin” Got : “Hung dizanin Şêx Mehemed Sedîq çawa xurt û tehemekare”. Gotin: “Belê axa” Got: “Hung dizanin eger Qesra Rezge li ser wî esasî temam bibît û Şêx digel Tato mutefiq bibît cîyê Doskanî û Horamarî dekewite miheserê. Em hinge lazime bibine cûyêt Tato, eger na najîn” Hemîyan pêkve gotin: “ Belê axa dizanin weye û zêdetire” Sûto gote millet xo: “ Bes madem hung wane hemîyan tesdîq dikin, hung bo çi tedbîra girtina pêşîya wane nakin.? Noke em di mabeyna mirinê û jînê da ne û mirin nêzîktire. Bes yan hung tedbîrê bikin û ez dê tabîhî fikra hingo bim, yan ez bikim hungo muafiqî gotina min emel bikin” Hemîyan gotin: “ Heta wucuda zatê axa hazire , kes ji me xwudan rêy nîne. Her rêyekî axa bi fermot, wezîfa me îtahate” Sûto got: “Madem ku hung ho mutîh bin, qerar bît, ez û wucuda xo feday mesleheta hale hingo bikem.” Ewlen got: “ Ey millet hung dizanin eger ez tenazul bo Şêx Mehemed Sedîq bikem, feqet gundekî hingo bideme wî ew dê gellek ji min memnun bît û îhtîrama min gellek dê ji îhtîrama Tato zêdetir bît” Hemîyan gotin: “Bawer dikin waye wekî axa difermot.” Sûto got: “ Bes herçi bikem bo xatirê hingo ye, bo xo nîne. Fikra min noke eweye hucum bikene Rezge Sureçawuş û xulamêt Şêxî bikujin û nehêlin Qesra Rezge temam bikin. Hung çawa minasib dizanin?”
Hemîyan gotin: “ em hemi li ser reya axa hazirin. Çunku madem Qesra Rezge temam bû, em dê mehf bibin. Bes bo me şer selahatire, da eger mehfbibin bi şeref û namus mehfdibin, ne bi rezîl û bê şeref”. Xulase digel speed neh sed mêr Doskî û Horamarî hucum kirine ser Rezge. Wê rojê Tato û mirovêt xo çûbûne Amêdîyê ku mallet xo bînine Rezge. Sûrçawuş digel bîst xulaman hazirbûn. Qesr jî dirust nebûbû.. Saetekê şer kirin. Ji hemî qiraxan leşkerê Sûto dewre li wan da. Sûre û xulamêt xo çûne xanîyekî. Ew xanî bo şerî çak nebû. Mirovêt Sûto gehîştine bin dîwarêt Xanî. Di kulekanda Sûre du û sê mirovêt Sûto kuştin. Emma fayde nebû. Ji hemi rexan agir berdane xanî. Sûre digel 12 xulaman hatine sotin. Heta şîyan şerkirin û çekêt xo nedan. Heft xulaman aman xwastin û derketin. Sûto gote wan heftan: “Çekêt xo bidin herine nik Şêxê xo bêjine wî carekî dî xeyala cîyê Rêkanî nekin. Heta kurekî Mala Mîrî maye mumkîn nîye kes bi rehetî teserifê di eşîreta Rêkanî da biket”
Ew heft xulam hatin, rûs, bêçekkirêt, şerminda. Hemî miteheyîr man û gotin: “ ewe çi hale?” Wan jî hale xo bi temamî hîkayet kirin. Wexta heft xulaman hîkayeta hale xo bo Şêx Mehemed Sedîq beyan kirin, Şêx xayet aciz bû. Ji du cihetan yêk ewe bû, genim û birincê Rêkanî nehate destê wî. Yê dî ewe bû û bênamusekî mezin hate wî. Şêx kewte fikra tola wî waqîhî. Hemî mezinêt xo hazir kirin û meşûret bi wan kir. Got: “Hung çawa selah dibînin?” Hindekan gotin: “ Dê leşkerekî mezin ji eşîretan duristkin biçine ser wî, hemîyan birinînewe”. Hindekan gotin: “ Selah eweye Ehwalî wî bi temamî bo walîyê Wanê û walîyê Musulê bête beyankirin û li hukumetê bihête mehkumkirin û bi destê hukumetê bihêne terbîye kirin.” Hindekan gotin: “Çake Hezretî Şêx Ebudlrehîm Axa teltîf bikin. Ew jî mala Mefîye. Mabeyna wan û mala Mîrî daîme nexoşe. Hingê ew û Tato dibine yêk. Dujminê ji derwe û naw da peyda bûn, dê perîşan bît”. Hindekan gotin: “ dê nijdan beyne gundêt wan û çîne ser rêkêt karwanêt wan nahêlin rehat bît, heta bi temamî tola xo dikinewe”.
Xulase her yêkî rêyek got. Bende heqîr Mela Saîd li meclîsê hazir nebû. Li medresê bûm. Dersa feqîyan digot. Xulamek hat got : “ Şêx te dixwazît”. Bende çû hizura Şêx û fermo: “ Tu çawa selah dizanî bo tola Sûreçawiş û xulaman?” Bende got: “ ez mela me û tazecahîlim, şûlêt sîyasî nizanim. Min ne gellek, belkî piçek jî têkîlîya umerêt dinyayê nekirîye. Wêt ehe bêt hazir hemi aqildarin, mezinin û şûl dîtine. Ewan elbete ji bende çêtir dizanin.” Şêx Fermo: “ weye wekî dibêjî. Emma ez hez dikim rêya xo beyan key çi rast û çi xirab. Çunku wane hemîyan reya xo beyan kirine”. Bende got: “Ji hemi reyan gişk meqbûlî nezera mubarekî hezretî ruhîna feday bûye?”
Şêx Fermo: “Heşta min çi îzar nekirîye. Heta tu jî reya xo dibêjî.” Bende got: “ Xwahş dikem bizanim rêyêt wan çine, da eger muafiqî fikra bende bin, tesdîq bikim. Eger muafiq nebûn, hingî bi qeder aqlê xo bende jî dê tiştekî erzî huzîra mubarek diket.” Şêx rêyêt meclîsê ket ket hîkayet kirin û got: “Ewêt hene rîyêt wan bizanim ka tu dê çi bibêjî.” Bende got: “ Rêya leşkerê eşîretê bê îtlahî û bê têkîlîya destê hukumetê xirabe, herekatêt xudserane dumahî bahsê xisaret û nedametîyê ye. Nijdekirin û karwan şêlandin jî şûlê eşqîyane. Layîq nîne bo mezinatîya şan û şerefa Hezretî Mewlay bendegan. Teltîfa Ebdulrehman Axa waqîyen çake. Ema di wî asnayê da wextê muefeqîya Sûto zehmete ku fayde bidet bo meqsûda me. Û eger fayda bidet jî dereng dibet. Beyana ehwalê wî bo walîyan û mehkumkirina wî li hukumetê elbete lazime û şertê ewile. Belê ew hind bitenê jî kafî nîne. Derdê me derman naket. Nîhayet hukumet dê wî heps biket, paşî mudetekî gellek pare dê wî wergirît û wî berdet. Hingî Sûto dê xurtir bît û şûla me dê asêtir bît. Bende ho minasib dizanit, ewilen beyana hale wî bo hukumetê. Paşî tehsîla emir resmî û dana deh cendirme bo tehmîra Qesra Rezge û îqrara Tato li hukumetê ku gundê Rezge û Qesra Rezge min firotine Şêx Mehemed Sedîq. Û hukumet ruxset bidet ku Şêx Mehemed bo muhafaza Gundî mirovêt xo bi sîlah danîte Rezge. Hingî her waqîyekê biqewmit sûç bo Şêx nîye, bo Sûtoye. Dîyarêt gellek çak bo qaymeqamê Gewêrê û bo qaymeqamê Amêdîyê binêrin. Dilê wan çak xoş bikin. Weto ku derheq Şêx daîmî çakî û derheq Sûto daîmî xirabî binivîsin. Û çarsed mêran , sed Şemdînan, sed Gerdî, sed Herkî, Sed Muzîrî ke ewe xo bi mihubêt te dizanin digel Tato rêke Rezge heta Qesr temam dibêt. Cendirme û hosta li ser Qesrê bin. Ewan mêrane her şevê biçine ser gundekî Doskanî. Hingî hem aşîretî dê tola me bît, hem hukumetî. Û meqsûda Şêx ku teserfa Rêkanîye, ew jî dê hasil bît. Û her çar eşîret jî dê bine dujmin digel Sûto. Êdî ne ew û ne ewladê wî ji destê wan çar aşîretana rehet nabin”. Dom dike…….
Wextê bende ho tertîbî beyan kir, Şêx weto keyfxoşbû, weto kenî mumkîn bû mirîşkek bi hemi peran biçite di devê wî da. Şêx Mehemed Sedîq got: “ Aferîn Mela Saîd, rêya te ji hemîya çîtir kevte aqlê min. Dê emel bi rêya te kem û ehlê meclîsê jî hemîyan gotin: “Elheq rêya wî ji hemîyan munasibtire û bi faydetire.”
Şêx fermo: “Bes madem rêya te ji hemîyan minasibtir bû. Ez hez dikim tu zehmetî bikêşî biçî Rezge li nik mirovêt min bî, heta Qesr temam dibît û bê rêya te kes çi herekete neket”. Hindî bende rica kir wezîfa min nîne, emma Şêx mecidtir bû.
Xulase çarsed mêr bi terzê bende gotibû, deh cendirme hazirkirin teslîm bende kirin. Bende erzê Şêx kir: “ Ez hez dikim Şehabeddîn Xwarzayê Şêx û Mela Musa katibê Şêx û Fetas Axa Wekîlê Xercî Şêx ew herseke jî bihên.”
Şêx emr fermo: “ Ewe bo çine? Lazim nîne. Madek ku tu çû, kesê dî hacet nîye”.
Bende got: “ karîte giran dibît gellek mile xo bidine bin. Eger ne mile yekê bitenê dê binda şikêt. Ewe şûlekî mezine. Gellek xiymet hene. Eger hemi hizmetan yek biket, fikra wî dê mişeweş bît. Şûl dê aloz bît. Şehabeddîn çunku xwarzayê Hezretî Şêx e. Sehim û sîyaseta wî zêdetire. Lazime ew bihêt bo qumandarîya xulaman. Mela Musa lazime bo kaxez û nûsîn û meşweret kirina omuran. Qitas Axa lazime bo dana erzaqê xulaman û cimakirina hasilatê. Eger wana hemîyan bende biket, fikra dê parçeparçe bît. Hela muşkulatan neşêt biket”.
Dîsa hemi ehlê meclîsê tesdîq kirin û gotin: “Wetoye wekî Mela Saîd dibêjit.” Şêx jî tesdîq kir û dîsa aferîn got û em hinartin.
Şewê çûne Merzê û Bêgoz. Roja paşî çûne Şîwa Herkî. Roja paştir çûne Dêrî. Wê şevê pênce mêr destbijarî me hinartine çîyayê Hindawî Piramîzî, ku serhedê Rêkanî û Herkîyan û Doskîyane. Çunku eger ew çîya bête girtin kes neşêt biçite layê Rêkanî. Digel speed em rabûrîn. Yêk menzîl me hajo, ne rûniştin heta gehîştine Rezge. Wextê em gehîştin wê derê, nîv saetek mabû bo mexrebê. Wê saetê sed mêr, ji her eşîretekê bîst û pênç me hinarine girê pêş Nêrvekê Gundê Sûto. Bende weto tenbîh li wan kir, ku kes çi tifengan nehawêjit û hucum nekin heta sibê ez bi xo têm. Eger ew şevê Sûto hilat çû, çake, eger ne dê dewrê li gundî nahêlin kes derkevit. Wê şevê xefîyêt Sûto li nav Rêkanî hebûn. Xeber dane Sûto, ku wî keredî quwetekî weto hatîye Rezge. Hem eşîretî hem hukumetî, ku êdî tu neşê li Nêrvê rune. Wê şevê Sûto helat çû Horamarê. Digel speed em yêt may li Rezge çûn gehîştîne yêt çûye Girê pêş Nêrvêkê. Me pêkve dewre li gundî da û şêlkêt tifingan kirine gundî. Çi deng ji gundî nehat. Hêdî-hêdî xulam parastine gundî zanîn çûle kes têda nîye. Em jî çûne Gundî. Me gotî Tato: “ Wê care nobeta te ye. Tola xo weke”.
Tato û mirovêt wî agir berdane Qesrêt Nêrvekî û gund hemi sutand. Wextê tirîyan bû. Leşker çû rezan barêt Tirî înan bo Rezge. Hostan destkir bi çêkirina Qesrê. Roja paştir sed mêr me li Rezge hêlan, sê sed mêr digel Ahmed Begê Berêsorî, ku yek bû ji çawişêt xulamêt Şêx Mehemed Sedîq, me hinartine ser gundê Bîrê û gundê Çê. Temîz talankirin û pezê wan û hêstirêt wan hemi înan hatine Rezge û me kaxez bo Şêxî hinart , ku : “ Elhamdullah saya hîmeyeta ecdadê alînijadî Hezretî Şêx arwahna fedayî balikmal mufqit gehîştine Rezge.
Şêx gellek keyfxoş bû. Tebrîka fitûhatêt me bo me şerefî asdar fermo nusî bû: “ Zaten daîmî umêdî dahî ji kemala fîraset û dîrayet û cesareta emsalê hingo ji wan fitûhatêt meserret engîz zêdetir heye. Wefeqekim Allah Amin, el daîmî Sedîq.
Biçine ser behsê hale Sûto. Wextê Sûto Horamarê, Mela Hessen Şûkî, ku katibê wî bû û qazîyê Doskanî û Horamarî bû. Hinarte lalê Tahîr Axayê Gewerî. Wextê Mela Hessen hate lalê Tahîr Axa got: “ Sûto Axa ez hinartime xizmeta hingo. Tu Esad Axa sere me hemi eşîreta Doskanî û ehzabê hukumeta Gewerê ye. Xizmatî û dostînî bo rojekî hoye. Noke tedbîra me çîye û em çibikin çake?”
Tahîr Axa mirovekî têgîhîştîye. Gote Mela Hessen: “ Hindî ez mulaheze dikem, noke bo Sûto jî xeyrî razîkirina Şêx Mehemed Sedîq çi rê nemane. Çunku sere wî digel Tato û digel xulamêt Şêxî û kuştina Sûreçawuş digel 12 xulaman mehlumî hemi meqamatan bûye. Hukumet teraftarê Şêxî ye. Bes noke lazime dilê Şêxî bête xoşkirin. Mela Hessen got: “ Belê waye wekî di fermoyî. Ez jî weto dizanim. Emma nizanim rêka dilxoşkirina Şêxî dê çawa bît. Tahîr Axa got: “ Heqîqet bi zehmete. Emma eger mumkîn bêt tu bişêyî biçî Rezge lalî Mela Saîd ji wî bipirsî, mumkîne ku ew rêkekê bo te bêjît”
Domdike..
Hemîyan gotin: “ em hemi li ser reya axa hazirin. Çunku madem Qesra Rezge temam bû, em dê mehf bibin. Bes bo me şer selahatire, da eger mehfbibin bi şeref û namus mehfdibin, ne bi rezîl û bê şeref”. Xulase digel speed neh sed mêr Doskî û Horamarî hucum kirine ser Rezge. Wê rojê Tato û mirovêt xo çûbûne Amêdîyê ku mallet xo bînine Rezge. Sûrçawuş digel bîst xulaman hazirbûn. Qesr jî dirust nebûbû.. Saetekê şer kirin. Ji hemî qiraxan leşkerê Sûto dewre li wan da. Sûre û xulamêt xo çûne xanîyekî. Ew xanî bo şerî çak nebû. Mirovêt Sûto gehîştine bin dîwarêt Xanî. Di kulekanda Sûre du û sê mirovêt Sûto kuştin. Emma fayde nebû. Ji hemi rexan agir berdane xanî. Sûre digel 12 xulaman hatine sotin. Heta şîyan şerkirin û çekêt xo nedan. Heft xulaman aman xwastin û derketin. Sûto gote wan heftan: “Çekêt xo bidin herine nik Şêxê xo bêjine wî carekî dî xeyala cîyê Rêkanî nekin. Heta kurekî Mala Mîrî maye mumkîn nîye kes bi rehetî teserifê di eşîreta Rêkanî da biket”
Ew heft xulam hatin, rûs, bêçekkirêt, şerminda. Hemî miteheyîr man û gotin: “ ewe çi hale?” Wan jî hale xo bi temamî hîkayet kirin. Wexta heft xulaman hîkayeta hale xo bo Şêx Mehemed Sedîq beyan kirin, Şêx xayet aciz bû. Ji du cihetan yêk ewe bû, genim û birincê Rêkanî nehate destê wî. Yê dî ewe bû û bênamusekî mezin hate wî. Şêx kewte fikra tola wî waqîhî. Hemî mezinêt xo hazir kirin û meşûret bi wan kir. Got: “Hung çawa selah dibînin?” Hindekan gotin: “ Dê leşkerekî mezin ji eşîretan duristkin biçine ser wî, hemîyan birinînewe”. Hindekan gotin: “ Selah eweye Ehwalî wî bi temamî bo walîyê Wanê û walîyê Musulê bête beyankirin û li hukumetê bihête mehkumkirin û bi destê hukumetê bihêne terbîye kirin.” Hindekan gotin: “Çake Hezretî Şêx Ebudlrehîm Axa teltîf bikin. Ew jî mala Mefîye. Mabeyna wan û mala Mîrî daîme nexoşe. Hingê ew û Tato dibine yêk. Dujminê ji derwe û naw da peyda bûn, dê perîşan bît”. Hindekan gotin: “ dê nijdan beyne gundêt wan û çîne ser rêkêt karwanêt wan nahêlin rehat bît, heta bi temamî tola xo dikinewe”.
Xulase her yêkî rêyek got. Bende heqîr Mela Saîd li meclîsê hazir nebû. Li medresê bûm. Dersa feqîyan digot. Xulamek hat got : “ Şêx te dixwazît”. Bende çû hizura Şêx û fermo: “ Tu çawa selah dizanî bo tola Sûreçawiş û xulaman?” Bende got: “ ez mela me û tazecahîlim, şûlêt sîyasî nizanim. Min ne gellek, belkî piçek jî têkîlîya umerêt dinyayê nekirîye. Wêt ehe bêt hazir hemi aqildarin, mezinin û şûl dîtine. Ewan elbete ji bende çêtir dizanin.” Şêx Fermo: “ weye wekî dibêjî. Emma ez hez dikim rêya xo beyan key çi rast û çi xirab. Çunku wane hemîyan reya xo beyan kirine”. Bende got: “Ji hemi reyan gişk meqbûlî nezera mubarekî hezretî ruhîna feday bûye?”
Şêx Fermo: “Heşta min çi îzar nekirîye. Heta tu jî reya xo dibêjî.” Bende got: “ Xwahş dikem bizanim rêyêt wan çine, da eger muafiqî fikra bende bin, tesdîq bikim. Eger muafiq nebûn, hingî bi qeder aqlê xo bende jî dê tiştekî erzî huzîra mubarek diket.” Şêx rêyêt meclîsê ket ket hîkayet kirin û got: “Ewêt hene rîyêt wan bizanim ka tu dê çi bibêjî.” Bende got: “ Rêya leşkerê eşîretê bê îtlahî û bê têkîlîya destê hukumetê xirabe, herekatêt xudserane dumahî bahsê xisaret û nedametîyê ye. Nijdekirin û karwan şêlandin jî şûlê eşqîyane. Layîq nîne bo mezinatîya şan û şerefa Hezretî Mewlay bendegan. Teltîfa Ebdulrehman Axa waqîyen çake. Ema di wî asnayê da wextê muefeqîya Sûto zehmete ku fayde bidet bo meqsûda me. Û eger fayda bidet jî dereng dibet. Beyana ehwalê wî bo walîyan û mehkumkirina wî li hukumetê elbete lazime û şertê ewile. Belê ew hind bitenê jî kafî nîne. Derdê me derman naket. Nîhayet hukumet dê wî heps biket, paşî mudetekî gellek pare dê wî wergirît û wî berdet. Hingî Sûto dê xurtir bît û şûla me dê asêtir bît. Bende ho minasib dizanit, ewilen beyana hale wî bo hukumetê. Paşî tehsîla emir resmî û dana deh cendirme bo tehmîra Qesra Rezge û îqrara Tato li hukumetê ku gundê Rezge û Qesra Rezge min firotine Şêx Mehemed Sedîq. Û hukumet ruxset bidet ku Şêx Mehemed bo muhafaza Gundî mirovêt xo bi sîlah danîte Rezge. Hingî her waqîyekê biqewmit sûç bo Şêx nîye, bo Sûtoye. Dîyarêt gellek çak bo qaymeqamê Gewêrê û bo qaymeqamê Amêdîyê binêrin. Dilê wan çak xoş bikin. Weto ku derheq Şêx daîmî çakî û derheq Sûto daîmî xirabî binivîsin. Û çarsed mêran , sed Şemdînan, sed Gerdî, sed Herkî, Sed Muzîrî ke ewe xo bi mihubêt te dizanin digel Tato rêke Rezge heta Qesr temam dibêt. Cendirme û hosta li ser Qesrê bin. Ewan mêrane her şevê biçine ser gundekî Doskanî. Hingî hem aşîretî dê tola me bît, hem hukumetî. Û meqsûda Şêx ku teserfa Rêkanîye, ew jî dê hasil bît. Û her çar eşîret jî dê bine dujmin digel Sûto. Êdî ne ew û ne ewladê wî ji destê wan çar aşîretana rehet nabin”. Dom dike…….
Mele Hessen ji lalî Tahîr Axa geryawe qesta lalî bende kir. Xo gîyande gundê hîşî ji eşîreta Rêkanî, gundê Mesîhîyane û saetekê dûre ji Rezge. Şevî Mele Hessen li wê derê ma. Subey zû me dît mirovekî nesranî ji Hîşê hate lalî me û got: “ hez dike Mele Saîd bi tenê bibînim”. Wexte bende dît, got: Melayê Sûto li mala me rûniştîye, dibêjit qewî hez dikim bihême lalî Mele Saîd, çend xeber hene erz bikem. Emma newêrim bêm. Ji ber ku qerawlan neku min bikujin”. Bende jî 9 xulam digel Nesranî hinartin. Min got: “ Herin Melle Hessen ji Hîşê bi selametî bihînîn êre. Mûyek ji serê Mela Hessen bikevit hingê hemîyan dê kime armanca martînan.”
Xulase, xulam çûn Mela Hessen îna. Du şevan ma lalî me. Hemî giftûgo me kirin. Bende gote Mela Hessen: Eger Hezretî Şêx Sûto qebul biket û ji kuştinê efû biket tu wehdê didîy ku Sûto biçite huzura Şêxî?”. Got: “ Belê, emma bi şertê ku Sûto emîn bêt ji ruha xo.”
Bende got: “Bes tu here lalî Sûto bi temamî digel wî biaxive û qewlê ji wî wergire. Heta tu têyewe ez jî dê ligel Hezretî Şêx muxabire bikem û bizanim rêya Şêxî çîye?.”
Mela Hessen me hinarewe bo lalî Sûto û bende destkir bi kaxez nûsînê û sual û cewab ligel Şêxî. Çûnkû bende adetî mehmurêt Osmanîyan dizanî, ku çi wextan qewl û fêhlêt wan muafiq nîne. Ji xeyrî patina kebaba xereza xo çi meqsûdê dî nîne. Me dizanî ku mehdetekî dî Sûto tengawken, heta pareyekî zor ji Şêxî dixwin.
Paşî dumahî hêdî hêdî dê Sûto teltîf kin, heta gellek pare ji wî jî dixwin. Kesek bo kes mehf nakin. Bende wetu selah û minasib dît ku Şêx Sûto qebûl biket, hêşta şûl ji destê wî dernekewtî.
Xulase bi wî mezmûnî bende bo Şêxî nûsî û keyfîyeta hatin û çûn û axivtina me digel Mela Hessen bi tefsîl me bo huzura Şêx beyan kir û hinart. Hezretî Şêx cewab bo bende hinar: “ Her terzî ku mucîbî hifza şeref û namusa daîmî bet di wê maddê de tu wekîl û mezûnî Zîn pes hîç hacet bi muracîha dahîmî nîne. Çawa bifikra xo dizanî emel bike azîzîm We selam Mehemed Sedîq”.
Wextê ev cewab hat, Mela Hessen jî roja paştir hate Rezge. Mela Hessen got: “Eger tu lalî Şêxî xatircemh bî, ez jî layê Sûto xatircemhim, ku xeber ji min dernakeve.”
Bende got: Madem waye ewe em herdu wekîlin. Ez ho selaha Sûto dizanim. Tahîr Axa û Alî Efendî Beylanî digel xo bibet biçite Nehrî. Ser merqedê Seyîd Taha da Şêx wî efû biket. Eger Sûto wêhe neket, tu dizanî ew li dewletê mehkume, dihête mehf kirin”.
Mela Hessen got: “Eger tu dizanî dê ho çîbit. Ez dê wêhe kem.”
Min jî temînat da Mela Hessen ew jî çû bi wî terzî bo Sûto got û Sûto jî qebûl kir. Digel Tahîr Axa û Alî Efendî çû Nehrîyê. Şêx gellek kêfxoş bû. Çûnkû daîmî meqsûda cenabî Şêx arekî hûr bû ji nav du beret req. Ew di xema Sûreçawiş da nebû, wî pare divîya. Gote Sûto: “ Bo xatirê Tahîr Axa û Alî Efendî û bo xatira şerefa merqedê bapîr xo min tu efû kirî ji kuştinê, girtinê û surgînkirinê. Emma hêtîmêt Sûreçawiş feqîrin û hêtîmêt xulaman bêçarene. Xwîna her yekê sed lîrane, hezar û du sed lîrebidet û bi xêr biçîte mala xo.”
Sûto jî qaneh bû. Du cendirme û heşt xulam dane Sûto, ku biçite nav Doskî û Horamarîyan, ku hezar û du sed lire bo Şêxî cima ket û bînît. Xulase çû sê hezar lire zêdetir pilate kir li ser eşîreta Doskî û Horamarîyan û tehsîlkirin. Hezar û sê sed dane Şêxî û yê zêde bo xo hilgirt.
Wextê ku Sûto milaheze jir, têgîhîşt, ku eger Tato mirovê Şêx bit û daîmî xulamêt Şêxî lalî Tato bin, hale wî ê nexoşbit û menfiheta wî dê kêm bit. Got çake tedbîrek wetû bikem Tato bi dostînîyê telef bikem. Paşî salekê ku cîyê Rêkanî temamî kewte destê Şêxî û hasilata Rêkanî ji kerî guh negihîşte Tato. Sûto zanî kewlî heye ku Tato bê lêbînît.
Sûto Mela Hessen hinart lalî Tato, ku bêjite wî: “ Her çi çûyî, çû bila bê ez û ew ahdekê bigirin ji noke wêve bibine dost, çi caran zerara yekûdu nekin. Şêx Mehemed Sedîq ejderhaye, dê me herduyan bixwit. Ewe saleke ew dizanît çi menfehat gehîştîye wî. Ferqa wî û Kurmacekî nîne li nik xulamêt Şêxî. Mademkî Şêx dê me mehf ket, em misamehe bikin selahatire. Eger bawer neket, ez dê keça xo jî didime wî da çak bawer biket, ku ez ji dil meslehetê dixwazim.”
Mela Hessen çû lalî Tato bi wî terzî bo Tato got. Temam kewte aqlê Tato û qebul kir. Sûto kiça xo da Tato. Rojekê Tato hacetek peyda kir, hemi çekêt xulamêt Şêx Mehemed Sedîq standin û xulam bêçek kirin der. Hatine lalî Şêxî. Şêx gellek aciz bû. Emma fayde nekir. Çûnkû Sûto û Tato temam mitefiq bûn û Şêxê Barzanî jî dujminê Şêx Mehemed Sedîq bû.
Sûto û Tato pêkve çûne lalî Şêxê Barzanî û bûne tabihêt wî. Du salan ho rabirin. Tato temam xatircemh bû. Paşî Şêx Mehemed Sedîq mir û Şêxê Barzanî ji Hukumeta Osmanî îsyan kir. Hêdî hêdî esbabêt Sûto muheyaya bûn, zanî ku êdî Tato çi penah neman û Sûto muleheze kir: “ Çake li Hukumetê jî wî mehkûm bikem da çi rê bow î nemînin. Paşî wî bifewtînim”.
Xeber da Tato ew her sal hinde pareyî û exnamî didete Hukumetê çi luzum heye? Hemî eşîreta Doskan nîweka wî nadin. Ew sale wextê pezhejmarê heywanên Rêkanîyan binêrete lalî me, heta memurê dewletê diçin. Paşî pezê xo bibin. Tato jî we kir. Sûto bi mexfî xeber da Qaymeqamê Amêdîyê: “Halê Tato ewe ye, hindî nesîhet dikem, qebûl naket. Nizanim çi bikem. Ji tirsa dewletê newêrim terbîye bikem. Eger ne li nik min terbîya wî ji aw xwarinewekê sanahîtire”.
Qaymeqamê Amêdîyê cewabekî gellek bi teşekûr û memnunî bo Sûto hinart û gotibû: “ Tu mezûnî her kesekî zere qeder xîyanetê digel dewleta Alîya Îslamîyê biket, terbîye bike”
Sûto temam xatircemh bû. Rojekê xo nexoşkir û kete nav nîvînan. Xeber bo hemi Dostan û xizman hinart, ku Sûto nêzîkî mirinê ye. Bila hemi bên da wextê mirinê hazir bin. Mela Hessen li nik balgê wî rûniştibû. Li dû yek sureyê yasîn dixwend. Hemî qewmê wî cima bûn û bo wî digirîyan. Cewab dane Tato ku ew jî zavayê Sûtoye, bila bihêt û kiça Sûto jî digel xo bînit, ku ewe axa li ser mirinê ye. Ne ku carekî dî bi saxî pêkdu nebînin.
Tato û jina xo û brayê wî Temo û digel çar pênç xulaman çûne Nêrvekê gundê Sûto. Wextê çûn, dîtin xelk hemi bo axa digîrîn. Tato û Temo jî gellek gîryan. Tato gazî kir: “ Axa! Axa piçek çavêt xo rake, em hemi qurbana tebin, xwazî carekî dî tu ji wê nexoşîyê rabûya, bila min çi li dunyayê nemaba”. Sûto piçek çavêt xo rakirin, axek kêşa û got: “ Ezê bimirim. Elhamdullah carekî dî min hemi mirovêt xo dîtin. Mirin hukmê Xwedê ye û rêka me hemîyane” û got: “ Osman Têlî ximetekî çak bo Tato bikin ewe ez dimirim. Tato brayê mezin ê hingoye. Çi caran xizmeta Tato dernekevin.” Hemîyan gotin: “Belê her emrê axa bifermot bi can û dil me qebûle”.
Şevê mehzelek cida dane Tato û Temo. Wextê nûstin, Sûto Osman û Têlî gazî kirin. Hingî gote wan: “ ez saxim, fikra min ewe ye……………” Ew jî sûk çûn, çend mirov lazim bûn, digel xo birin çûne mehzela Tato û Temo heru jî di xewêd de kuştin û xulamêt wan jî çek kirin. Sûto rabû got: “Şukir bo xudê ku min dujminê xo telef kir û tola xo kiriwe ez mam selamet we selam”
Çîroka Sûto û Tato li vir dawî hat.
Kurmancî (KU)
Türkçe


